Hawara me

Hawara me
Hawara me
Ji ber ku zimanê kurdî nebûye zimanê fermî û yê birêvebirina dezgeh û dewletan, ziman kulek meşiyaye, edebiyatê li bazarê pere nekiriye û zimanê malê di malê de girtî û asê maye
Haber: FIRAT CEWERÎ / Arşivi

Ji ber ku zimanê kurdî nebûye zimanê fermî û yê birêvebirina dezgeh û dewletan, loma edebiyat û çapemeniya kurdî jî di dîrokê de cihê pêwîst negirtiye, ziman kulek meşiyaye, edebiyatê li bazarê pere nekiriye û zimanê malê di malê de girtî û asê maye. Ev sebebekî bingehîn e ku li zeviyên kurdî çapemenî û weşangeriyeke profesyonel jî pêk nehatiye. Lê digel vê rewşê jî kurdên dilsoz, ên ku hemû zehmetiyên dema xwe hilgirtibûn û berên wan li pêşerojê bûn, bi îmkanên xwe ên bi sînor hewl dane ku bingehê ziman û edebiyata kurdî ya nûjen biavêjin. Zimanê kurdî yê ku êdî kirasê folklorîk jê re teng dihat, li hêviya hezkir û misyonerên xwe bû. Ji van hezkir û misyoneran, Mîr Celadet Alî Bedir-Xan bi hawara vî zimanê qedîm, lê yê di ber sikratê de, hat. Ji bo ku ew xwîneke nû bide zimanê kurdî, edebiyata kurdî ji nû ve vejîne û pirekê di navbera edebiyata kurdî ya doh û îro de ava bike, wî dest bi weşandina kovara Hawarê kir. Herçiqas di zaravayê kurmancî de berî dîroka derketina kovara Hawarê jî tibabek kitêbên kurdî hatibin weşandin jî, dîsa mirov nikare behsa weşanxaneyeke kurdî ya profesyonel û berdewam bike. Bêguman di vê navê de kurdên Sovyeta berê jî di şaxên edebiyatê ên cihê cihê de gelek kitêb weşandine, lê ev jî ne weşanxaneyeke şexsî, îdealî, an jî tîcarî bûye, weşanxaneyên dewletê bûne û bi destûr û fermana partiya komunîst çap bûne.
Herçî weşanên Hawarê ye, wek kovara Hawarê, ew jî berhema Celadet Bedir-Xan bûye; ne profesyonel be jî, bi fikira avêtina bingehekî profesyonel ava bûye. Bi navê kitêbxana Hawarê, cara pêşî di weşangeriya kurmancî de berdewamiyek çêbûye û kitêb li dû kitêbê hatine weşandin. 

Weşanên Hawarê
Em di hejmarên pêşî ên Hawarê de pêrgî kitêbên Hawarê nayên, lê her ku sal bi ser weşana Hawarê dikeve û xwe ji salên 1932an digihîne salên 1940î, em êdî reklam û danasînên kitêbên Hawarê di pişt bergên Hawarê de dibînin. Digel ku di salên 40î de bi qasî deh salekî bi ser weşana Hawarê dikeve û çend nivîskarên wê digihên jî, dîsa hemû kitêbên kitêbxana Hawarê ên herdu biran; C. A. Bedir-Xan û Dr. K. A. Bedir-Xan in. Kitêba di rêza pêşî de ya Celadet Alî Bedir-Xan ya bi navê Rêzana Elfabiya Kurdî ye. Di rêza duduyan de kitêba Dr. K. Alî Bedir-Xan ya bi navê Rûpeline Elfabê ye. 

Berhem û weşanxane
Ji ber ku herdu bira, digel nivîskariyê bi avakarina bingehên zimanê kurdî ê standart û bi îmlaya kurdî re jî mijûl bûn, loma herdu kitêbên wan ên pêşî alfabe bûne. Kitêba sisiyan ya Dr. K. Alî Bedir-Xan ya bi navê Dilê kurê min e. Ya çaran Biyişa Pêxember, bi kurdiya dumilî, bi dîbaca Celadet Alî Bedir-Xan e.
Kitêbxana Hawarê bi navê Nivêjên Êzîdiyan bi dîbaca Celadet Alî Bedir-Xan kitêbeke din weşandiye. Kitêba şeşan jî ya Celadet Alî Bedir-Xan ya bi navê Mektûb ji Mistefa Kemal paşê re ye. Celadet Alî Bedir-Xan bi minasebeta dehsaliya komara Tirkiyê ev kitêba xwe bi forma nameyekê, bi tirkî, ji Mustafa Kemal re nivîsandiye. Ew di kitêbê de behsa kurdan, behsa civak, ziman, kultur û dîroka wan dike û ji Mustafa Kemal doza mafên kurdan dike.
Piştre bi rêzê Ji mesela Kurdistanê, C. A. Bedir-Xan, Elfabeya kurdî, Dr. K. A. Bedir-Xan, Xwendina kurdî, Dr. K. A. Bedir-Xan; Elfabeya min, Dr. K. A. Bedir-Xan; Dersên şerîetê, Dr. K. A. Bedir-Xan; Çarînên Xeyam, Dr. K. A. Bedir-Xan hene.
Di lîsteya Kitêbxana Hawarê de hinek kitêbên bi zimanê fransî jî hene ku ew jî dîsa ji qelema Kamiran Bedir-Xan in. Piraniya van kitêban jî di sala 1937an de hatine weşandin. Em di lîsteyê de herweha pêrgî kitêba Bazil Nikitin ya bi navê Mesela Kurdistanê jî tên. Ev kitêba Nikitin jî bi çend çapên xwe ên vê dawiyê bûye yek ji kitêbên girîng û naskirî ên li ser kurdan û pirsgirêka kurdî.
Hinek kitêbên Hawarê jî hene ku mirov di lîsteyê de nabîne, lê di nav rûpelên Hawarê de bi çend rêzan behsa wan hatiye kirin. Yek ji van kitêban kitêbeke zarokan ya nivîskarê îngilîz Bryan Guinness ya bi navê Conî û Cimêma ye ku Celadet Bedir-Xan ji fransizî wergerandiye kurdî. Em dikarin bi hêsanî kitêba Celadet Bedir-Xan ya bi navê Bingehên gramera kurdmancî ku me di sala 1993an de di nav weşanên Nûdemê de derxistibû jî li lîsteyê zêde bikin. Herweha kitêbên nivîskarên Hawarê ên mîna Qedrî Can, Nûredîn Zaza, Cegerxwîn, Osman Sebrî û Reşîdê Kurd jî ku vê dawiyê ji nav rûpelên kovara Hawarê hatin berhevkirin û wek kitêb ronahî dîtine jî têxin lîsteya Kitêbxana Hawarê.
Hawar wek kovar û weşanxane yekemîn dezgeh e ku riya nuhîtî û vejînê li ber ziman û edebiyata kurdî vekiriye. Yekemîn dezgeh e ku ziman û edebiyat ji siyaseta partîtiyê ya rojane û ji menfeetên eşîrî û siyasî parastiye; ji hemû kom û kategoriyên kurdan girtiye, hûnandiye, pak kiriye û dîsa li wan vegerandiye. Mirov di Hawarê de pêrgî dûrbînî, xweşbînî, bêhnfirehî, aramî û dostaniyê tê. Misqala neyartî û fikira dijberiya li hemberî kes û koman di Hawar û weşanên wê de tuneye, bi tenê hêvî jê difûre.
Lê ew hêvî, bi mirina Celadet Bedir-Xan re vemirî, ew ked piştî nivşekî wenda bû, nivşê ku di salên heftêyan de ji bo doza kurdî rabûbûn jî, ji Hawarê bêpar bûn. Ez bi xwe di sala 1982an de bi xêra rehmetiyê Hemreş Reşo bi Hawarê hesiyam; ez pê hesiyam û bûm şabaşvanekî wê. Herçiqas min berî dîtina Hawarê bi salan dest bi nivîsandina zarê kurdî kiribû jî, dîsa ez dikarim bêyî dudilî bibêjim ku bi xêra Hawarê ez li nivîsandina kurdî germtir bûm. Loma ez bi dû şopa Hawarê ketim, bi dû hevkar û nivîskarên wê ketim. Min xwe gihand Nûredîn Zaza, ez li Şamê bûm mêvanê Osman Sebrî û li Banyasê li mala Rewşen Xanima xatûna Celadet Bedir-Xan razam. Ez bi dû xezîneyekê ketibûm, min dixwest ez wê xezîneyê derxim, lê ne bi tenê ji xwe re, li hevwelatiyên xwe jî parve bikim. Ez bi salan xebitîm û geriyam ta ku min hemû hejmarên kovara Hawarê peyda kirin û bi xêra Hawarê, bi hebûna kitêbên weşanên Hawarê hesiyam. Armanca min ya sereke ew bû ku ez Hawarê, kitêbên wê û xwedî û berpirsiyarê wê bi nivşê nû bidim naskirin û min bi riya Nûdem û weşanên wê deh salan bêyî navbir ew kir. Di destpêka salên 2000î de gava Nûdemê xatir ji xwendevan û hezkirên edebiyata kurdî xwest, wê herdu cildên Hawarê, deh cildên Nûdemê û nêzîkî sed kitêbên kurdî li dû xwe hişt û çû. 

Piştî Hawarê Nûdem hat
Piştî Hawarê, Nûdem, piştî Nûdemê jî berdewamiya weşangeriya kurdî ranewestiya, li Tirkiyê gelek weşanxaneyên nû ava bûn û her yekê ji wan di warê xwe de karên baş û ber bi çav kirin. Weşanxaneyên tavilê têne bîra min ev in; Doz, Nûbihar, Avesta, Pêrî, Ava, Sî, Aram, Do, Lîs, Ronahî, Enstîtûya Kurdî ya Stenbol û Diyarbekirê, Deng, Bajar, Belkî, Vate, Komal, û hwd.
Herçî weşanên Nûdemê ye, piştî bêhnvedaneke dirêj, niha dîsa rabûye û wê dîsa wek doh ruhê Hawarê şad bike; wê siyasetê ji siyasetvanan re bihêle, edebiyatê bispêre edebiyatvanan û bi hêvî ye ku ji navneteweyîkirina edebiyata kurdî re du keviran deyne ser hev.

Hawar ya da bir feryat
Firat Cewerî Kürtçe için bir mucizenin başlangıcı olan Hawar’ı bir yayınevi ve edebiyat dergisi olarak anlatıyor. Kurucusu C. Bedirhan, ölmeye terk edilmiş, elden ayaktan düşmüş Kürtçenin canlanması, hatırı sayılır hale gelmesi için ömür tüketmiştir.


    ETİKETLER:

    Van

    ,

    bira

    ,

    Kürtçe

    ,

    Reklam

    ,

    Edebiyat

    ,

    forma