Li ser rihê evînê

Li ser rihê evînê
Li ser rihê evînê
Hesenê Metê gûman û çûnûhatinên ku mirov bi pistîniya dengekî di hindirê xwe de carna pê hay dibe û gellek caran nikare bîne ziman, bi pistînîyek ku her xwendevan karibe bibihîze anîye ziman
Haber: HESENÊ DEWRÊŞ / Arşivi

Hesenê Metê di novela xwe ya nû ya bi navê ‘Li Dêrê’de bi binmetnekî cihê û bi hîs û gûmanên însanî li ser şopên xapînok e. Hest û hizrên mirovekî dixe bin mercekê û çûnûhatinên wî yên bi êş û elem li ber me radixe.
Nivîskarek li Swêdê ji bo girêdana novela xwe ya dawî dihere dêra Santa Ragnhildê, dixwaze ku li detayên îkonên Mesîh û motîfên dînî binêre û çend pirsan jî li ser xanima Santa Ragnhildê ji keşîşê dêrê bike. Nivîskar dihere li rêza pêş rûdinê, piştî demekê mirovê porreş ê ku xwe weke dergevanê dêrê dide nasîn, tê cem nivîskar û deriyê gotinê vedibe.
Dergevanê dêrê Bilindê Zaxoyî li kafeya ber dêrê qahweyekê îkramî nivîskar dike û gotin gotinê vedike. Bilindê Zaxoyî macereya xwe ya nivîskarîyê (ku hew bi nivîsandina helbestekê bi dawî dibe) tiştên ku ji ber nivîsandina helbestekê têne serê wî, propagandaya reş î ku mele û şêx li dijberî wî tajon ji nivîskar re dibê. Qala sebeba nivîsandina wê helbestê; evîna xwe ya di rengê evînên berê de dike ku ew evîna têkçûyî dibe sedemê lêgerîn û lêpirsînên olî û Bilind ji başurê welatê wî radike di bakurê dinyayê re derdixe. Nivîskar jî dest ji çîroka Ragnhildê berdide û di dewsa wê de serpêhatîya Bilindê Zaxoyî û Samanthayê dinivîse.
Çîrok û nasnameyên vebêjerên ‘Li Dêrê’ mîna ên ‘Gotinên Gunehkar’ li kêleka meseleyên sereke ên novelê agahîne din jî didine xwendevan. Nivîskarê ku ji bo girêdana novela xwe diçe dêrê, ji bakurê welatê xwe ye û li Swêdê penaber e, dergevanê dêrê Bilindê Zaxoyî ji başurê welatê xwe ye û ew jî weke nivîskar penaberek e. Hew bi van çend gotinên di derheqê lehengan de em dikarin tê bigihên ku welatekî perçebûyî heye û mirovên wê jî li perrên dinyayê bûne penaber. Ku em vegerin ser serpêhatîyên Bilind emê ji evînên wî welatî, ji rewşa bîrbir û nezanên wî welatî, ji sînorên ku ketine nav malbatan, ji çand û toreyên wî welatî jî haydar bibin. Lê di nav novelê de tu ji van meseleyan jî ne meseleyên sereke ne, hew paldankên metnê ne. Ez bawer im ku xweşiya estetîkê jî ev e.
Weke ku Hesenê Metê hîs kiribe ku wê xwendevanên wî, bi mijar û lêgerînên xwe, vê novelê jî mîna ‘Gotinên Gunehkar’ bibînin û binirxînin di nameya ku Bilindê Zaxoyî ji Xwedê re, di deftera di dêrê de nivîsîye van hevokan bikar tîne: “Ji cenabê te re kurt û kurmancî, rast û ji dil bibêjim: min hêvî nîne, ne ji hebûneke welê, ne jî ji kerametekî welê... tenê ji bo ku dilê min têkeve cîh an jî xwe bixapînim, min xwest ez çend gotinan ji bo te bibêjim. Lê nebêje ev jî gotinên gunehkar in. Lewra anuha ji min û te bêtir kesek bi rewşa min nizane. Loma tu jî van gotinên min bide xatirê rewşa min û li min neke gunehkarî. Ez ê heta sê tarî û sê ronahiyan jî evê yekê ji cenabê te bipêm. Ku tu evê daxwaza min bi nîşanekê, bi hîkmetekê rayê min bidî, ez ê sipasdarê cenabê te bim, wê çaxê ez ê xwe bavêjim deriyê dêran, ez ê deverû xwe bavêjim erdê...” (r.73)
Mirov dikare bibêje ku metin ji gûman, çûnûhatin û êşên ku ji dîroka însanetîyê ve di hundirê însên de dilivin pêk tê. Ji hêlekê de Bilindê Zaxoyî bi bawerîyek qerase dibêje min hêvî tune ji keramet û hebûnên welê, ji hêlekê de jî bi “Kurmanciya reş” li ber ê ku bawerîyê pê nîne digere. Bi îşaretên ku her kesek dikare ji xwe re wateyekê jê derxe û gellek kes jî wan bêwate bibînin, dest ji xwekuştinê berdide û dihere ber derîyê dêra Santa Ragnhildê. Ji hêlekê de xwestina mirinê û ji hêlekê de xwepêgirtina mahneyek li jiyanmayînê. Li hêlekê ji ber li bin hevdîtina yara xwe ya ku jê re dibêje “dotmam”, bilêvkirina pîrozwerîya darek guvîjê, li hêlekê di mekaneke pîroz-di dêrekê de lêrasthatina evînekê. Li hêlekê êşa ku evîna wî-“Dotmama” wî, wî pê dixe û valahiya ku wî dixe navê, li hêla din mihasebeya di derheqê Xweda de, li hêlekê Samantha, li hêlekê îşaretên ku Xweda ji Bilind re nîşan dide, nîşanên ku bi Samanthayê didin der. Ji hêlekê bi têkçûna evînekê kûfrî û ji hêlekê de bi rasthatina evînekê îman. Hesenê Metê gûman û çûnûhatinên ku mirov bi pistîniya dengekî di hindirê xwe de carna pê hay dibe û gellek caran nikare bîne ziman, bi pistînîyek ku her xwendevan karibe bibihîze anîye ziman.

LI DÊRÊ
Hesenê Metê
Weşanên Nûdem
2011
102 rûpel
8 TL.


Bir aşkın ruhu üzerine
Hesenê Metê, ‘Li Dêrê’ adlı novellasında iki mültecinin karşılaşmasını ve geçmişi çeşitli sorgulamalarla ele alıyor. Mistik temalarıyla tanınan Metê’nin bu kitabında aşk, ayrılık, sürgün olma duygusu sözün mecrasından akarak şüphenin kadimliğine işaret ediyor.


    ETİKETLER:

    Van

    ,

    aşk

    ,

    Bim

    ,

    sürgün