Tîtirwask

Behra Wanê di nava çiyayan de ye, li ber çiyayê Nemrûdê, Sîpanê Xelatê, ku salewext berf li ser e. Çiya ji başûr, rojavayê başûr rengeşîr davêjin ser neynika behrê. Behr bi pêlên rengeşîr û hêşîn dilive, dişeliqe. Sîpanê Xelatê, Çiyayê Nemrûd, Çiyayê Esrûk û çiyayên din, ku dora Behra Wanê, peravên wê hemû rapêçabûn, ripîrût in. Deştên li pey, Deşta Miradiyê, Panosê, Çaldiranê û Deşta Wanê jî, giş ripîrût in
Gund li binê Çiyayê Esrûk, li qeraxa behrê, ji kevirên layî qama mirovan, kevirên ku rabûne şipê û meşiyane, reqaftî bû. Xaniyên gund hemû binerd bûn. Di deriyên wekî devê bîrekê re berjêr mirov dikete xênî. Di heman deriyî re pez, dewar, hesp jî diketine hundir. Li van malan, hesp û dewar jî bi mirovan re radiketin. Di şevên zivistanên seqemî de, hilma dêwêr hundir hemû germ dikir. Xwarina xwe jî, dîsa bi rêxa dêwêr û bişkulên miyan dipijandin. Li gund, bi tenê xaniyek li ser rûyê erdê hebû, ew jî yê Beg bû. Qesreke duqatî, dîwarên wê ji kevirên xaniyên berê û rast lê kirî bûn, qesr ji şanzdeh çaviyan pêk dihat. Ta ji serê din ê behrê de dixuya. Beg li vir rûdinişt. Yekî rîspî û dirêj, reşqemer, navmilpehn, zehf bejindirêj û çeleng bû. Xaniyên bira û lêzimên Beg jî, li derdora newalê, nîvî di erdê de, nîvî li ser erdê lê kirî, xanîne seyr bûn. Di hêtên wan xaniyan de, şibake qet nîn bûn, bixêriya di aqrê de vekirî hem hundir ronî dikir, hem jî dûyê tifikan dikişand.
Beg li Stenbolê û li Selanîkê perwerde bûbû. Birayên wî jî, kesên xwende bûn. Ji xeynî wan li vî gundî, li vê derdorê kesekî xwende tunebû. İsmail Axa dibû kurapê Beg, lêbelê mala wan pirr dûrî mala Beg bû, li nîvê gund bû. Du birayên İsmail Axa hebûn, du xortên şipil, li cîwarê behrê bedewiya wan bûbû çîrok. İsmail Axa jî xwendibû. Bavê wî jî xwende bû. Bavê wî, ew, kurê xwe yê mezin şandibû Dibistana Navînî ya Wanê. Ev bajarê bi bircên axî dorpêç kirî, ev bajar bajarê zêrkeran bû, tam li keviya behrê bû, lê bê çima ew aciz bûbû. Li baniyê bajêr, ji beriya hezar salan û vir ve kelehek hebû. Wekî bircên asê yên bajêr, bircên kelehê jî axî bûn. Ji sed sal, dibe ku ji hezar salî û vir ve tiştek bi van sûran, bircên axî nehatibû, her ku diçû asê dibûn, wisa çikiyayî li ser pê diman.
Hüseyin Beg birayê Beg ê herî biçûk bû. Temenê wî bîst û pênc sal hebû tunebû. Li Dibistana Leşkerî ya Stenbolê xwendibû. Yekî ji İsmail Axa jî qeşengtir bû. Li gund, hevalê İsmail Axa bi tenê Hüseyin Beg hebû. Pev re li hespan siwar dibûn, bi cirîdê dilîstin, diçûn Sîpanê Xelatê, Newala Sor, Çiyayê Esrûkê nêçîra pezkoviyan. Hevaltiya wan ne ji nas û lêzimtiyê bû, li Wanê dema ku dixwendin, li mala nasekî xwe pev re mabûn, hevaltiya wan a ji lêzimtiyê, ji biratiyê pêştir ta wan rojan dest pê kiribû. Piştî vê, heta ku Hüseyin Beg neçû Stenbolê, ji hev neqetiyabûn. Carinan Hüseyin Beg dihat, hefteyekê, mehekê li mala İsmail Axa dima, carinan jî, İsmail Axa diçû mêvaniya wan. Wexta ku Hüseyin Beg çû Stenbolê, İsmail Axa jî hew çû Wanê, li gund bi tena serê xwe ma. Bi tenê cot dikir, dexil diçand, werz datanî, diçû Beroja Sor nêçîra pezkoviyan, ji nêçîrê li ser sermilên wî pezkoviyên quloçkelemî vedigeriya. Carinan hejmara pezkoviyên ku dikuşt ji pêncan, şeşan dibûrî, heta digihişt panzdehan, wê gavê birrek xort li pey dibûn rêz, li ser sermilên wan cendekên pezkoviyan, ji Çiyayê Esrûkê xwe berdidan jêrê, xwe berdidan nava gund û İsmail Axa ev pezkovî bi alîkariya xortên gund post dikirin, goştê nêçîrê bi biratî li malan bi par ve dikir. Para Beg jî, ji ya gundiyên din piçekî jî zêdetir nedihate şandin. Yeke din, zivistanê, kewgêrîtî hebû. Zivistanê, kewên wê herêmê hemû dihatine Newala Sor a dirêj, fireh û kûr. Ji çiyê heta bi behrê, ji girikên berfê tijî dibû. Pênc mehên salê li Newala Sor ba û bablîsok kêm nedibû, derfet nedida kesekî, bahoz û bager nedihedinîn, derdor hildiweşandin, tert û bela dikirin. Dengê bahoz û bagerên li Newala Sor ji qeraxa behrê jî dihate bihîstin, dûrî newalê dengine ku dişibiyane dengê tavan dihatin. Berqefkên wê kûr bûn, kewan xwe dispartin van berqefkan. İsmail Axa guh nedida bahoz û bagerê, gurmîniyên ciyê tirsê, ku ji berqefkê dihatin, çend xortên bi degel didane dû xwe û ber bi Newala ve sor diçû, refên kewan wekî di kefa destê xwe de didîtin. Piştî ku ciyê refên kewan dît, tiştê mayî, nêçîra wan pirr hêsan bû. Kew an li dûr wekî berê saçilmeyan, an jî li kortaleke xalî dimelisîn.
Beşek ji romana Tîtirwaskê.

TÎTIRWASK
Yaşar Kemal
Wergêr: Brahîm Ronîzêr
Weşanên Lîs,
2010, 515 rûpel,
24 TL.


    ETİKETLER:

    Van

    ,

    bira

    ,

    Para

    ,

    AXA