Welatê Jinekê

Welatê Jinekê
Welatê Jinekê
Li quntêrên wî bajarî, li gundê Pirpirîmê jineke bo şînê çêbûye dijî. Bijî çi ye, nejî çi ye, kurê xwe ku jê re digot welatê min nîn e.
Haber: SELİM TEMO / Arşivi

YAZININ TÜKÇE'SİNİ OKUMAK İÇİN TIKLAYIN 

Olana gulekê di destên kerkitî yên jinekî de diberiqe. Bîhna ku bayê heya derazînkê aniye, belav dibe ji sedsaleke kevn. Li banî şopa leglegê, li baxçe kenîna pêşîn a lawik, ev kêlîk berê jî hatiye bîrê.

Bi bijangên xwe yên dirêj li bajêr dinihêrin. Zenga robar ê çokên xwe kişandiye ber xwe tevlî asîman dibe. Berşe xwe li pişt ewran vedişêrin. Marekê kedî di qulên malê de digere. Hilma kirêt a bajêr weke nêmeke reş bilind dibe.

Ew bajêr morga serhildanekê ye. Ji gundan, ji bajarokan, ji taxên tenya tên. Ji wan tê xwestin ku miriyên xwe binasin ku mirî bi qisûrên xwe têne nasîn: Şanikek heye di piştê de, lêvqelaştî ye, şeş pêçî hene di destê çepê de, diranbeş e, di sîngê de şûna menenjîtê heye, pêçiyên xwe dirêj in, porê xwe weke peykerên Yewnana antîk xingalokî ye, ne li mirov lê li dûrahiyekê dinihêre… Ji hinan du lingên şewitî mane, ji gavên xwe yên li hewşê ne têne nasîn. Hin dayîk ji şînê re ne.

Ew bajêr morgeke qirase ye; di zikê çiyan de her diçe reştir dibe. Bê hest, giran, bê kelecan; her roj dest bi demsaleke çavşikên dike. Weke goleke ava xwe giran ne bi pêlê dizane ne bi bahozê. Li quntêrên wî bajarî, li gundê Pirpirîmê jineke bo şînê çêbûye dijî. Bijî çi ye, nejî çi ye, kurê xwe ku jê re digot welatê min nîn e.

Eren, navê jiyaneke kurtikî ya li gundê Pirpirîmê ye. Bav siyasî ye, sermedî, di zindanê de. Eren nanoziko mezin dibe. Vegera wî ya ji dibistanê, bi çingina kuçeyê a bi “dayêêê” tê zanîn. Li ber deriyê zindanan goştê wî dihêrin. Lê weke siyekê sivik e; bikeve ser kevir, kevir naêşîne, bikeve avê dibe ronahî. Rojekê ha ku dibîne bûye 20 salî.

Eren hem Kurd, hem Alawî, hem çepgir, hem lawê girtiyekê siyasî ye. Leşker e li Mereşê. Rojeke 8ê Îlonê ye. Pêncşem e. Lîvaya 5. a Zirxdar, Tabûra 1. a Peyayên Mekan îze. Berî çavê ku dayîka Eren têr maç nekiribû didin ku pê li mêrkujê xwe nihêrîbû.

Pêşî dibêjin xwekuştin e, dûv re dibêjin ji berrika ji çeka hevalê wî yê nobedar bêhemdî teqiyaye ye. Weke bi sedan mînakên xwe, bi awayekî hatiye kuştin ku kujêrê xwe ne diyar e. Dewlet, Eren Ozelî bi darbesta bi alayê pê çay î ji dayîkê re dişîne. Ji alayan zêdetir dewlet çiyê xwe heye?

Dewlet, serdestê bêkesan e.

Pirpirîm dizivire, Meletî dizivire, Ferat dizivire, Beydag dizivirin, dayîka Zeynebê di binî de dimîne. Mirin ew nabihîse. Dixwaze axa ku welatê wê nixumandiye ew jî binixumîne. Çavê mirî yê din radimîse, di nav nihêrîna korî de dimîne. Ji Rojnamevan Sultan Kiliç re dibêje, “fotoyê Erenê min baş bigire.”

Rabûn û çûn, dibe ku bibe wergirtina êşa yeka/ê din. Îcar li vê jiyana ku jiyanê dixeniqîne binihêre. Çilmisîna gulekê çawa tê gotin, bêçariya dayîkekê çawa tê bihîstin? Tu dibêjî qey kê çi wenda bike tê ji te dipirse û gotina vê yekê li ser dayîka Zeynebê dimîne:

“Ez nabêjim bila canê welêt sax be. Welatê min kurê min bû. Vaye we welatê min kuşt. Ka ez ê çima bibêjim bila canê welatê min sax be? We welatê min kuşt. Qey mirî sax dibin?”


DEM

Ez bi cotek çav hatim cîhanê,
niha bêyî wan diçim,
wa xwediyê êşên Xwedayî!

Federico Garcia Lorca (1898-1936)


    ETİKETLER:

    Çay

    ,

    Mekan

    ,

    maç

    ,

    AXA