Berxa min

Berxa min
Berxa min
Me di nav pênc rojan de du rik dîtin. Dibe ku "kovan" rasttir be, ji vê peyvê hez dikî. Jixwe tu ji hemû peyvan hez dikî. Di rojên ku xweza jî di xew re çûye de du zilam û zarokek. Em têgihîştin bêyî dîtina rastiyê

Li strana bayê gohdarî bike, ku çawa bi aramî ji lingên pirê hez dike. Heye ku tîtirwaskek bixwîne ji wê de, xwe bi xwe jî bi bîr bîne.

Ruhê xwe hilde, tu, zêde birîndar î. Dibe ku ji zarokên qerî mabî. Frîkên heşîn hebûn di destên wan de ku ji nîveka Hezîranekê hatibûn danehev. Li ser çongên wan xewna deviyan, dilnerehetiya çavikên li ciyê xwe nayên, berbesa xwê. Telaşeyeke hewayê bi wêrekiyê tije dike, bîranîna bêrîkirina deverekê, olana saetên sekinî.

Te ya nayê bîrê dît. Rûyên dişibin pûtan ên li pişt berçavkên qalind li hejmara miriyan dinihêrin. Elîtên bajarî yên bi basên westiyayî, bêrawest, leşkerên gundî dişînin halxweşiya xwe. Ew devên hov ên bara şevan li ser camên birqokî xwe diçirrînin ku wextê boyaxa binporê wan hatiye.

Ew çi bû hate serê me? Ew hovîtiya ku li vir careke din tê provakirin çi ye? Du zilam, zarokek; ew a ku bajêrek her diqîre. Ew tişta min ji bîreke kûr derdixe, kurteya çend umran, çi bû?

Tu vî bajêrî dinasî. Deşteke ripîrast ku li benda Nîsanê ye ji bo ji zeriyê têr bibe. Di nîveka çiyayên nîvxwedayokan xwe spartinê. Mezinbûna têkoşînê ya asîman ne bi çîrok, lê bi êşê tije dike. Derbasbûna çemekî bi rêzdarî, di nîvî re. Welatê bêvilên dasûkî, çavên kesk ên weke hingiv tîr û tarî.

Em niha li vî bajarê berf lê bîhn vedide, di demsaleke dirêj a hişbûnê de ne keça min. Dibe ku em li vir bin keça min, lê em nizanin tu li ku yî? Dibe ku li strana bayê gohdarî dikî, li hezkirina lingên pirê, bi aramî.

Di wextê mirî jî diqefilin de, ji zû ve ye ku nûçeyeke kevn jî nayê. Sî ji derazînga malê, ku ev malek be, vekişiya. Lê carina deng ji devre tên, naxwe hê jî derveyek heye. Ew derveya te çongên xwe lê êşand. Ew derveya ku te destên xwe yên bi herrî li dawa xwe dida. Ew derveya ku te her dixwest biçiyê.

Niha tu li deverek ji deverên derve yî, lê em nizanin tu li ku yî.

Dem weke rûbereke giran dikeve ser çongên me. Navber her diçe vedibin. Bavê te ji malê dernakeve, tu divê di vegerê de ew li eynî ciyî bibînî. Piştî her bêdengiyê ji nû ve xwe kerr dike. Tu lome li peyvan nake, dijmintiyeke xwe jî tune. Dê çi dijminahî hebe di nav mirovî û mecazekê de?

Me di nav pênc rojan de du rik dîtin. Dibe ku “kovan” rasttir be, ji vê peyvê hez dikî. Jixwe tu ji hemû peyvan hez dikî. Di rojên ku xweza jî di xew re çûye de du zilam û zarokek. Em têgihîştin bêyî dîtina rastiyê.

Ev mal, heke ev malek mal be, her diçe kûrtir dibe. Quncikên jûran dixumînin, minderên li erdê, valahiya li ser nivînên te. Bîranîna kenînekê li dîwaran diqelêbe. Dûkela pisîkekê bilind dibe ji erdê. Em dinihêrin, ku jixwe em li her tiştî dinihêrin.

Lê rengê nihêrînê guherî. Ev nihêrîneke giran e ku ronahiyeke westiyayî dipalê. Ez bêjim tîrêj tu dê ber kevî, ku zirav î weke herfa Lamê. Te dît, ew valahiya digihîşt gewdê te yê pekiyayî heye, ew çîmikên te yên zirav bi zinaran ve berdayî û destên te yên heyî, li vir nîn in niha. Ew çavên ku vê malê, ku ev malek be, bi nihêrînê tije dikirin nîn in. Sînga min bi dengê te olan dida jî tune.

Em ê vê demsalê jî derbas bikin keça min. Bavê te dê hinekî din jî li ser tiliyên xwe hûr bibe, bila be. Em ê dîsa derkevin peravê Nîsanekê. Dê bîhna bayê di kefa destên me de bixumîne. Dê deşt ji aliyê Wanê ve bi çûnge mişt bibe. Ez ê li wê deşta weke porê te zer e li sînga xwe gohdarî bikim.

Her ku Nîsan tê bîrê, em bihêztir dibin. Di çongên me de hêzeke bikêrhatî û hînbûyî. Em ê ji vê mala ku ev malek be ku her diçe kûrtir dibe derkevin

Em ku niha li vir in berxa min, em nizanin ka tu li ku yî?


DEM

Xalîba Ruhî muşerref bû bi wesla gulruxan
Lew xezel gul gul dibêjit ser ta ser tekrar e gul

Ruhî: 1842-1910 (“Derbarê herfa Lam de”)


    ETİKETLER:

    KESK

    ,

    ruh