Li Ser Sînor

Li Ser Sînor
Li Ser Sînor
Bila dest bête kişandin ji baskokê semanekê, ji bîrê, ji dendika hejîrê ku zinêr diqelêşe. Bila ziwa bibe ciyê xwînî yê stranê, ew tişta ku dengek erzê wê dibe, bibîkên çavan. Bila razê bîhna ji pirêzê bilind dibe, bandora têkberekî, deviya digindire.
Haber: SELİM TEMO / Arşivi

Ew dizane çi dike, tu ya dibînî dizanî; ew dizane kîjan jiyanê saz dike, tu ya ku dijî. Tu xwe berdidî nav wan mayinan û dikujî, ew dizane tê xwe li wir bikujî. Tu dibêjî çemên binê erdê sînoran nasnakin, ew li çemên te dimije. Her şerh a di şerê navbera yên ku êşê dikin agahî û yên agahiyê dikin desthilatdarî de dibe zeyleke devlihevketî di dîroka dirêj a ruhî de, dibe derkinar; weke heşîv tête xwendin.

Tu bitenê yî weke piyaleyeke nîvtijî. Bi tingîna dengê xwe yê dûr ê bi rewişta serdestî wijdan divezelîne nexape; tu weke jandeyeke nû ya folklorê têyî bibîranîn di meclîsa merhemetê de. Li hin ciyên nêzîkê ciyên ku hin qirewat têne sist kirin, hin leşkerên başgihaştî têne hişyar kirin.

Sibeha jinên ku her roj dilê xwe dipelînin bi şîna yên din dest pê dike. Lê li perestgeha hikmetê, divê xwedayokek bêrawest poşman bibe. Ev qedera ku em li olana wê meyze dikin navê xwe malxerabî bizanibe. Tê zanîn, lêbelê, her liberrabûn vedigere ser dengê çîrokê. Rastî li derek van deran bêrawest diêşê.

Heke di welatê ku di vedana her komegorê de dia dikin û dibêjin “înşella dê hestiyên zaroka min derkeve” de qalibê gotinê vala be, wateya livbaziyê tunebe, dê bê zanîn ku her do hema bêje îro ye. Bi carekê ji wir ve korek ê eşkerayî ku li pêçiyên xwe digere xuya dibe û dibêje, “li ser malxerabiya yên din şadî nayê avakirin.” Xewn di neynika nihêrtinê de ciyê xwe bo tehniyê diterikîne. Bi vî awayî em xwe dibînin, ku em dişibin dilmayiyeke sedsalî.

Divê li vir Schubert lê de, “Piano Trio Opus 100”, helbet bi “andante con moto.” Li kûriyê, li biniya kûriyê ew tiştê dixumîne heke ya te jibîrnekiriye be. Agahiya sebrê ya bîrovî li bin têlên sitembar ku kurtêl nikarin jê derbas bibin, leylana şerha ku diherike bajaran, wateya di rotatîfan de dilezîne. Em te dibînin, em jinekê dibînin; destên wê ji bo hezkirin û xwedîkirinê ne, ji bo çilmisîn û jibîrkirinê.

Di kêliyên weha de tê bi bîrê ku xezal diçe ser avê, hilma qertelî, veguherîna kiras a marî. Bi maweya rêyên dirêj fîkîneke xew lê herimî. Bi xureke şêrîn dixure devê birîna zarokekî. Leylana peyvê dibe yakamoz di okyanûsa berriyê de. Hemû riwek hişyar dibin, giyaşîrkek dibe sedemeke qirase.

Waye xwiya qerî li xwe kirine û tên zarokên sebrê, ji bo xwe bavêjin himêza serfiraziyê. Tu dibêjî qey demsalek xavika demsalekê li xwe dipêçîne. Dimeşe êvara çemekî, hema bêje rojeke li aso pirr rawestî heyy dike. Tu rika destên wan a şareza dinasî; çavên wan, deng, siya gulekî. Dijîn an dimirin gava bajêr ji goristana bajêr biçûktir dibe. Me gotibû em li okyanûsa berriyê ne; hewşên malên berê pişta xwe dane hev dibine yek, bi dengekê gilgûn gazî dikin:

Bila dest bête kişandin ji baskokê semanekê, ji bîrê, ji dendika hejîrê ku zinêr diqelêşe. Bila ziwa bibe ciyê xwînî yê stranê, ew tişta ku dengek erzê wê dibe, bibîkên çavan. Bila razê bîhna ji pirêzê bilind dibe, bandora têkberekî, deviya digindire. Bila bête zanîn ku ew der ev der e, dengek ji wir bê şevbuhêrka vir dipeşkile, herdu qeraxê çemî bi pistînî diaxivin:

-Ayşe başqan, avakirina dîwarî rawestiya, niha hûnê derbasî kîjan şeqê dilê xwe bibin?

DEM:

Li min vebe
Hemû derî hatin radan. Niha wextê şevê ye
Û çi tiştên divên, hêj nehatine gotin!

Ingeborg Bachmann: 1926 - 1973


    ETİKETLER:

    Van

    ,

    ruh