Mala Zer

Mala Zer
Mala Zer
Ew mala ku Muradek lê mezin bû ku mirov nedipa çavên xwe ew qas şîn bin, êdî ne mal e. Dişibe sîwana nejiyînê. Êdî li ser wî banê ku ji ber herîkîna şêlan, şevçirayan, giyaya dehbe ya serê xwe bi dûxan maye kundek bixwîne, dibe.

SELİM TEMO

Em ê li wî xêniyî temaşe bikin ku rengê xwe hêdî hêdî diqelibîne.

Dişibiya pergaleke jiyînê; rûnişt, pijiya, ji sehekê qetiya û bû zanînek: Xêniyên ku mirov tê de najîn, zû hildiweşin. Lebelê, ma ji hemû rûxandina jiyaneke ku hundirekî tije dike ne dûr in? Ma bi tewandin û rastkirina bizmaran wêneyên kesên mirî yan bêrîkirî di ciyê herî xuyane yê dîwaran de nayên daçikandin, laşê dîwaran nayê êşandin? Gava têkberên kevn têne derxistin û yên nû û bêbîranîn têne derbaskirin, ma koşe, sivder nayên xazkirin, nayên tîşetîşkirin? Lê na, ev agahiyek e: Malên mirov tê de najîn, zû hildiweşin.

Muawinê dolmîşa ku bi sirtê Mêrdînê vê bi kuxtekuxt hildikişe, her vedigere û behsa bandora ku ji paşerojê belav dibe, dike. Dengê wî, ber bi demeke teng û seromişt ve dibe, bi rengê cedeweke xeterokî.  Niha em li derava çemekî westiyayî ne ku li wir, dê biraziyê me yê li ber dil herî şêrîn bi çelpeçelpê bimire. Ev gizreka dengekî ye ku ber bi deşta Bazwanê ve difitile û di hinava xwe de bîranînên lehiyên biharî yên tol û bi rik dihewîne. Li xêniyê zer ê li başurê gund, dibe ku wêrekiya bi carekî ya bavek ê ji zarokên xwe ciwandir be, peyvên 1970yan ên di ber ruh de dinuhirîne. Tîpên kovarên zimetkirî ku bi caran hatine xwendin û nuqtebêhnokên wan hatine jiberkirin, diherikin suhbetê. Zarokek, ku mirov nedipa Muradek çavên xwe wisa şîn bin, xwe di quncik de weke pisîkekê telandiye û weke ku beşdarê dînekê nepenî bibe, gohdarî dike.

Kêlî, bîra demê ye, ezbenî, li dereke li wir li benda bibîranîna xwe ye. Zarokên bi ilmê keserê mezinbûne, ruhê esrî yê jeneralên mu’teber diwestînin. Bi çongên bi şewata berfê ya şermoke ve, ji palên herî bilindi li hemû cîhanê dinihêrin ku amade bin ji bo sedsala xwe. Berx li quntêrên bi pîvokan xemilî belav dibin. Milên darekê sivik dibe bi weşîna teamên pesarî. “Gur radizê, çivîk radizên, zindan radizê!” Li her kuçeyî, şehîdekî veşarî pêrgî mirov dibe. Li ser sînga tembûrên li du têlan akordkirî navên xwediyê rastnivîsa xwe hene, ajalên malê didin pey kevaniya malê, bi carekê dibe şev. Zerdelî bi carekê zer dibin. Farqîniyên simbêl qalind bi carekê dibine Rustem, hemû tişt bi olana xwe têne terîfkirin.

Zarokek ku mirov nedipa çavên Muradekî ew qas şîn bin, beriya ku bigîje, hêj ku xav e, hêj kerrik e, beriya ku bijî tê kuştin. Di darbesteke gellekî dirêj de ye, ku her duwanzdeh braxoyên xwe bikaribin xwe lê bigrin. Giya bi ser gorra wî dikeve, şûn de, şîn diferike; zarokên ku di heman landikê de giriyane, hinekî din jî mezin dibin. Lê bi carekê, weke ku çor ketibe nava wan, weke hinareke tirş belav dibin bi nava cîhanê ve. Ew mala bi rengê zer boyaxkirî ya wî bavê ku ji zarokên xwe pîrtir e, hêdî hêdî vala dibe.

Em divê, êdî derkevin ser palekî, palekî bilind, palekî li hember. Naxwe di nav me de ew çem jî dê hebe. Divê em rojê li derekê bi cî bikin, ma çima ne li asîman be? Em divê şekokan, keskesorên kurûsekî û heya bilûrê jî bi bîr bînin û binihêrin; xêniyê zerî hêdî hêdî hildiweşe. Weke ku bê sedêm dilmayî bûbe, ji gund dûr dibe, ji deşta Bazwanê, ji cîhanê. Di dema ku hemû kes di bîra xwe de dijîn de em bi tîpên bêdeng kerr dibin, ku yek rabe û bibêje ev metanet e, rast e, di cî de ye.

Demsalek, gava demsalek dibuhire bi bîr tîne hesta destpêkê. Dişibe xwe; bal dikşîne ciyên ku ewr, berf, êvar û heta baranê xwe danê. Hêlînên ku leglegan terikandine, xweliya nêmî ya li baxçeyê payîzê ku ji zû ve vemiriye, rojên kevn ên beroşeke di nav dîwarên çav li hev kirine û hilweşiyane de.

Demekê em dengê bayê ne.

Ew mala ku Muradek lê mezin bû ku mirov nedipa çavên xwe ew qas şîn bin, êdî ne mal e. Dişibe sîwana nejiyînê. Êdî li ser wî banê ku ji ber herîkîna şêlan, şevçirayan, giyaya dehbe ya serê xwe bi dûxan û siyên xwar maye kundek bixwîne, dibe.

Ev zanîneke jiyanê ye; malên ku tê de mirov najîn, zû hildiweşin. Darên teaman ên li baxçe dibin kerrik. Dişibe nihêrîna avê, ku bi nihêrînê tarî dibe. Ji vî palî ve jî ayan e ku her diçe diçilmise heke ew reng zer bi xwe be jî!


DEM

Tu ji pêlîstanka zarokan zêde ne tiştek î
Mitralyoz diwelidînin çîrokên me yên şîn
Lê belê dîsa jî, Dawûd di demên berê de
Golyad bi kevkaniyekî dikuje

Vitezslav Nezval: 1900-1958

Selim Temo yazdı. "Sarı Ev "


    ETİKETLER:

    SELİM TEMO

    ,

    ruh