Türkler genetik olarak Kürtlerden üstün mü? (Gelo Tirk ji aliyê genetîk ve ji Kurdan serdest in?)

Newroz dolayısı ile iki dilde yayınladığım bu yazı Türkiye basınının oldukça geç kaldığı çok dilli yayıncılığa ufacık bir katkı olsun. Makalenin Türkçe halini aşağıda bulabilirsiniz... (Bila bi wesîleya Newrozê,  ev gotara ku min bi du zimanan amade kiriye, hinek dereng mabe jî, ji bo çapemeniya Tirkiyeyê ya pirziman bibe piştgiriyeke biçûk.) 

Gelo Tirk ji aliyê genetîk ve ji Kurdan serdest in?

Di sala 1822yê de zanyar Francis Galtonê li Îngîlterêyê hatiye dinyê, cara yekem biwêja Ojenî anî zimên û li gorî wî : Mirov dikare însanan wek insanên-nijadên serdest û însanên-nijadên adî ji hev bike ango bike du be?an. Û Francis Galton bû yê ku cara yekem digot em dikarin nijadê mirovan bikin Arî.  Bê têqez li gorî ji hev kirina wî ; nijadên spî wek nijadên serdest, yên din jî wek reşikan, asîyayiyan, koçberan hwd… jî di nav kategoriya nijadên adî de cih digirtin. Tevgera Ojenî, fikra, derbas kirina nifşên nû ya taybetmendiya genetîk a  mirovên serdest û komên etnîk  diparast (Ojenîya Erenî). Aliyê din jî kontrol kirina zayînê û zêdebûyîna nijadên Adî dixwast ( Ojeniya Neyînî). Destpêka sedsala 20ê de li Amerîkayê û li Ewrupayê ev nêrina nijadî ji aliyê gelek zanyaran ve hat parastin û popûlarîteyek zêde bidest xist û di dibistanan de wek dersekê hat dayîn. Li Amerîkayê di gelek eyaletan de ev nêrîn bi avayekî qanûnî hat qabul kirin û bideh hezaran mirov hatin xesandin (xadim kirin). Tesîra vê tevgerê li Ewrupayê pirr zêde bû. Li Almanyayê, Partiya Nazîyan nêrîna Ojenî wek bingeha partiya xwe qebul kir û dest bikomkujiya kesên ku di nijadên serdest de nebûn ên wek  Cuhûyan, Romanan, homoseksuelan, seqetan, û komînîstan kir û ew tune kirin. Vê teoriyê hemû dinya di bin tesîra xwe de hişt, di heman demê de tesîra xwe li ser Komara nû ya Tirkiyeyê jî kir.  Di sala 1925ê de, Navenda Saziya Antropolojiyê ya Tirkî ji bo  serdestiya nijada tirk ispat bike, hat avakirin. Û Kovara Antropolojiyê ya Tirkî dest bi weşanê kir*. Komara Tirkiyê di çarçoveya vê nêrînê de ?iklek dida xwe. Tevgera Ojenî ne tenê bingehek sereke ya nîjadperestiya bîyolojîk a dagirker û faşîst bû, wê her wiha jî bingeha fikrî û ramanî ya nîjadperestiya çandî  xurt dikir. Ji aliyê din ve, fikrên biyolojîk ên Nîjadperestiya çandî, ji bo guhertin û şaristanîkirina civatê rêyên zor û sext vedikir. Hiyerarşiya çandî bi hiyerarşiya bîyolojîk re hat pîroz kirin. Bi têkçûna Nazîzmê Ojenîya biyolojîk an hat jibîr kirin an jî cihê xwe da nîjadperestiya çandî. Fikrên nîjadperestiyê yên wê demê ku ji aliyê zanyarên genetîk ve hatibûn pêşkêş kirin, şaşîtiya wan piştî demekê hat ispat kirin. Di salên 1990ê hîn ku Projeya Mirov Genom  ne hatibû pêşkêş kirin, di raporên ku li ser vê mijarê hatibûn nivîsandin de, dihate gotin ku di laşê mirov de sed hezar –gen- hene û bi xilaskirina vê projeyê em ê karibin çareseriya gelek nexweşiyan bibînin. Piştî lêkolînên bisalan, me dît ku di laşê mirov de tenê 21 hezar gen hene. Xwezaya mirov ji genên mirov zêdetir tevlîhev e. Lêkolîneran dest bi lêkolînên RNAyan, mîkrobên ku di bedena mirov de dijîn û li cihên ku heta niha di nav genoman de ne dîyar bûn, kirin. Tiştê ku Projeya Genom dida pêş mirovan ev e ku, di herêmên cuda yên cihanê de,  materyalên genên mirov ji % 99,9 wek hev in.  Gelo têkîliya van agahiyên hanê bi Kurd û Tirkan re çi ye?

Em wek lêkolînerên Bîyolojîk-Tipê yên Tirkiyeyî li Bostonê mehê carekê dicivin**. Prof.  Ömer Gökcümen***, Antropolog û Genetîkçî li Zaningeha New Yorkê lêkolînên xwe berdewam dike û yek ji rêvebirê Projeya Genom a Tirkiyeyê ye, ku di sala 2013yê de axaftineke gelek xweş pêşkê? kiriye. Projeya Genomê ji me re bi kurtayî vê dibêje : her çiqas cihên gotinên nîjad û etnîk di nav çandê de hebin jî tu qiymet û wateya wan peyvan di nav biyolojî û genetîkê de nîne. Di navbera du mirovan de rêzêkirina genan ji % 99,9 wek hev e.  Eger ew mirovan di heman heremê de bijîn ev nêzîk bûn zêdetir bibe. Ji ber vê yekê, li gorî bîyolojiyê nîjad û etnîsîte û genetik ne li gorî nîjadan e. Nîjadperest, li her derê cîhanê xwe wek nijadên serdest nîşan didin, lê ev yek ne rast e, ew xwe dixapînin. Ango ku em bi avayekî hêsan bînin zimên, di nav erdnigariya me de, bi awayekî biyolojîk em nikarin Ermeniyekî ji Tirkekî, Kurdekî ji Rûmekî cuda bikin. Ji ber vê yekê kesek ji kesekî, komek ji komekê neserdesttir û ne jî biqîmettir e. Celeba mirov, tevî wan yekbûyînan jî dîsa ji xwe re cudatî derxistin û bi wan cudatiyan; ji alî olî, sîyasî, zanîstî û tevgerî ve, rê li ber serdestiya xwe vekir. Li Tirkiyeyê li ber deriyên dibistanan her roj xwendina ?îarên weke “Ne mutlu Turk’um Diyene / Çendî bextewer e yê ku bêje ez Tirk im!” û ji bilî axaftina zimanê tirkî  tevger û zextên ji bo winda kirina zimanên din û polîtîkayên asîmîlasyona olên ji bilî îslamê yek ji wan polîtîkayên wan nîjadperestan bû. Gavên yekemîn ên vê polîtîkayê di sala 1915ê de, li hemberî Ermenîyan hatin avêtin.  Tevkujîya Ermenan weke rûpelekî tarî di nav dîroka tirkan de dimîne. Dura, komkujîya Dersimê di sala 1938ê de pêk hat.  Di salên 1970yê de jî bikuştin û tunekirina kesên nesunnî-Tirk,  yên Elewî tekujiyê dom kir. Li Çorumê, li Mereşê bisedan Elewî hatin qetil kirin û hê jî li ser wan tehdîd û zordestî berdewam e.  Sibê Newroz e****.  Roja pîroz ya pêşwazîkirina biharê ya Netewên Rojhilata Navîn e. Ji bo Kurdan, Tevgera  Azadiya Kurdan, jî, ev roj li Tirkiyeyê, sembola tekoşîna hevwelatîtiyeke wekhev, azadî û demokrasîyê ye. Di salên 90î de gelek kesên ku di pîrozkirina Newrozê de bitenê gotin "em bi nasnameya xwe ya Kurd li vir in, ne Tirk in", ji aliyê devletê ve (di 1991ê de 31 kes, 1992yê de 91 kes) hatin kuştin. Di heman demê de desthilatdaran qebul kirin ku 17 hezar ku?tinên "qesas nediyar" bi destê wan hatine kirin. Qatîlên Komkujiya Roboskîyê hîn jî di nav me de digerin û birîna wê komkujîyê hê jî xwîn diherike. Ji aliyê din jî pêvajoya aşîtî di navbera Tevgera Azadiya Kurd û Devleta Tirk de bi piştgirtiya gel berdewam dike. Belkî jî cara yekem e ku em nêzîkî aşîtî û hemwelatiya wekhevîyê bûne. Em hêvî dikin ku ev pêvajoya mûzakereyê ji me re jiyaneke di atmosfereke kesek kesekî asîmîle neke û  di gel hemû cudahiyên çandî di nav aşîtîyê de ava bike. Lê, weke ku dîrok ji me re nîşan dide, kesekî bêked û xebat, bêtekoşîn ew maf bidest nexistine.  Ji ber vê yekê, divê ku em, hemû bişev û biroj ji bo tekoşîna azadî û wekhevîyê têbiko?in. Seba vê yekê hilbijartina hezîranê ji bo me wek babeteke hebûn û nebûnê ye.  Ne tenê ji bo Kurdan, nûnerê hemû gelên bindest,  HDP baraja ji % 10ê derbas bike, ji bo demokrasiya Tirkiyeyê fersendeke gelekî mezin e, berevajî heke HDP barajê derbas neke  rêya dîktatoriya Erdogan û AKPê vedibe û îhtîmal e ku pêvajoya aşîtîyê dîsa bê piştguh kirin.

Bila agira Newrozê yê 2015ê, li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn û li cîhanê bibe mîlada aşîtî wekheviyê. Bila bi wesîleya Newrozê, ev gotara ku min bi du zimanan amade kiriye, hinek dereng mabe jî, ji bo çapemeniya Tirkiyeyê ya pirziman bibe piştgiriyeke biçûk*****. 

 

Türkler genetik olarak Kürtlerden üstün mü?

1822 yılında İngiltere’de doğan Francis Galton, öjeni terimini ortaya atan ve insanların üstün ve aşağı insanlar-ırklar olarak gruplanabileceğini, insan ırkının arileştirilebileceğini öne süren ilk bilim insanıydı. Tabii yaptığı bu sınıflandırmada beyazlar üstün ırkken, siyahlar, Asyalılar, göçmenler vd. topluluklar daha aşağı kategorileri oluşturuyordu. Öjeni hareketi üstün insanların-etnik grupların genetik özelliklerinin yeni kuşaklara geçmesinin desteklenmesi gerektiğini savunurken (pozitif öjeni), aşağı özelliklere sahip grupların üremesinin ise engellenmenisini (negatif öjeni) öneriyordu. 20.yüzyılın başlarında Amerika’da ve Avrupa’da popülerliğini gittikçe arttıran ve pek çok bilim insanı tarafından sahiplenilen bu ırkçı öğreti derslerde okutulmaya başlandı. Amerika’da düşük zekaya sahip bireylerin üremesi pek çok eyalette yasal olarak engellendi, on binlerce insan istem dışı olarak kısırlaştırıldı. Bu akımın Avrupa’da yansıması ise çok daha sert oldu. Almanya’da NAZİ partisi öjeni görüşünü ana dayanağı haline getirdi ve “üstün” ırktan olmayanları, Romanları, Yahudileri, eşcinselleri, engellileri ve komünistleri kitlesel olarak yok etmeye başladı. Tüm dünyayı etkileyen bu ırkçı ve bilimsel fikirler genç Türkiye Cumhuriyeti’ne de yansıdı. 1925 yılında, Türklerin üstünlüğünü kanıtlamak üzere çalışmalar yürüten Türk Antropoloji Tetkikat Merkezi kuruldu ve Türk Antropoloji Mecmuası yayımlanmaya başlandı*. Genç Cumhuriyet politikaları bu ırkçı iklim içerisinde şekilleniyordu.

Sömürgecilik ve faşizmin temel dayanaklarından olan öjeni hareketi üzerinde durduğu biyolojik ırkçılığa ek olarak bir de kültürel ırkçılığın düşünsel ve kavramsal zeminini de güçlendirdi. Kültürel ırkçılık biyolojik önermelerine ek olarak bir toplumun yaşam biçiminin hor görülmesinin ve zor yolu ile medenileştirilebilmesinin yollarını da açtı. Kültürel hiyerarşi, biyolojik hiyerarşi ile taçlandı. Nazizmin yenilmesi ile tüm dünyada biyolojik öjeni fikri de terkedildi ya da kültürel ırkçılıkla yer değiştirerek form değiştirdi. Zamanla genetik araştırmalarla o dönem ortaya atılan ırkçı önermelerin tamamen yanlış olduğu kanıtlandı. 1990’li yıllarda, İnsan Genom Projesi henüz başlamamışken yazılan raporlarda toplam 100 bin genimiz olduğu tahmin ediliyor, genom projesinin tamamlanması ile insana dair pek çok gizemin çözüleceği öngörülüyordu. Yıllar süren araştırmalar sonucunda insan genomunun sadece 21 bin gen içerdiğini öğrenmiş olduk, insan doğası genlerinden çok daha karmaşıktı, RNA’ları, bedenimizde bizimle yaşayan mikropları (mikrobiyota) ve gen dizilimimiz (genom) içerisinde daha evvel işlevsiz olduğunu düşündüğümüz bölgeleri araştırmaya başladık. Genom projesinin ortaya koyduğu bir başka beklenmedik gerçek ise dünyanın farklı bölgelerinde yaşayan iki insanın genetik materyalinin % 99.9 aynı olduğu gerçeği idi. Peki bunların Kürtlerle, Türklerle ne alakası var?

Boston’da biyoloji-tıp alanında çalışan Türkiyeli bilim insanları olarak ayda bir kez biraraya geliyoruz**. New York Eyalet Üniversitesinde arastırmalarını sürdüren ve Türkiye Genom Projesinin yürütücülerinden antropolog/genetikçi Prof. Ömer Gökçümen 2013 yılında etkileyici bir sunum yapmıştı ***. Genom projelerinin bize kısaca şunu anlatıyor: Irk, etnisite ve benzeri kavramların kültürel karşılıkları olsa da bunların biyolojik ve genetik olarak hiç bir anlamı yok. İki insan arasında DNA dizilimi % 99.9 oranında aynı, buna ek olarak bu iki insan aynı coğrafyada yaşıyorsa, bu yakınlık daha da artıyor. Dolayısı ile ırklara özgü bir gen, ırk-etnisite diye bir kavram biyolojik olarak mevcut değil. Dünyanın çeşitli bölgelerinde en üstün ırkın kendileri olduğunu düşünen milliyetçiler uydurdukları hurafelerle kendilerini kandırıyorlar! Daha da incelterek söylemek gerekirse, örneğin bizim coğrafyamızda bir Ermeni ile bir Türk’ü, bir Kürt’ü, bir Rum’u genetik olarak ayırt etmek neredeyse imkansız. Dolayısı ile kimse kimseden gelmiyor, hiç bir grup diğerinden daha üstün değil.

İnsan türü bu aynılığına rağmen, kendi yarattığı farklılıklar üzerinden kendisinin daha üstün olduğuna inandı, bu farklılıklar üzerinden güç elde etmenin siyasi, bilimsel, dini, ideolojik örgüsünü de yarattı. Türkiye’de her gün okul önlerinde çocuklara “Ne mutlu Türk’üm Diyene” diye bağırtılması, Türkçe dışında tüm dillerin yok olması için devletin elinden geleni yapması, müslüman olmayan azınlıkların gördüğü baskılar, asimilasyon politikaları bu ırkçı siyasetin parçasıydı. Bu siyasetin ilk adımlarından birisi 1915 Ermeni Soykırımı idi ve dünya tarihine karanlık bir leke olarak kazındı. Bunu 38 Dersim katliamı izledi. 1970’li yıllarda Sünni-Türk olmayanı yok etme saldırıları Alevilere yöneldi ve Çorum’da, Maraş’da yüzlerce Alevi yurttaşımız katledildi. Baskılar hiç durmadı.

Yarın Newroz****. Ortadoğu halklarının baharı karşıladığı kutlu bu gün, Kürt Özgürlük Hareketinin, Türkiye’de yürüttüğü eşit yurttaşlık, özgürlük ve demokrasi mücadelesinin de simgesi haline geldi. Özellikle 90’li yıllarda onlarca insanımız (1991’de 31, 1992’de 91 kişi) sadece “Biz Kürt kimliğimizle buradayız, biz Türk değiliz” dedikleri için Newroz kutlamalarında devlet tarafından katledildi. Aynı yıllarda 17 bin faili meçhul cinayet işlendiğini yetkililer itiraf ediyorlar. Katillerinin hala aramızda dolaştığı, Kürt köylüleri hedef alan 2011-Roboski katliamının yarası halen kanıyor.  Öte yandan Kürt özgürlük hareketi ve devlet arasında 2013’den beri süren barış ve demokrasi müzakereleri toplumun desteği ile sürüyor. Belki de ilk kez barışa ve eşit yurttaşlık haklarına bu kadar yakınız. Umalım müzakere süreci, Türkiye’de tüm kültürel farklılıklarımızla barış içinde, kimse kimseyi asimile etmeden kardeşçe yaşayabileceğimiz bir iklimi yaratabilsin. Ancak tarihin öğrettiği en önemli bilgi hiç bir hakkın mücadele edilmeden alınamadığı. Dolayısıyla bu şartlarda hepimize düşen özgürlük ve eşitlik mücadelesi için daha çok çaba sarfetmek. Haziran seçimleri bu manada Türkiye’de demokrasi açısından bir ölüm kalım meselesine dönüşüyor. Türkiye’de sadece Kürtleri değil, tüm ezilen grupları temsil eden HDP % 10 barajını aşarsa, Türkiye demokrasisi için büyük bir fırsat oluşacak, tersine baraja takılırsa AKP ve Erdoğan’ın diktatörlük rejiminin yolu açılmış olacak ve muhtemelen barış süreci de AKP tarafından rafa kaldırılacak. 2015 Newroz’unda yakılan ateşler Türkiye’de, Ortadoğu’da ve dünyada barışın, eşitliğin miladı olsun. Newroz dolayısı ile iki dilde yayınladığım bu yazı da Türkiye basınının oldukça geç kaldığı çok dilli yayıncılığa ufacık bir katkı olsun*****.

* Nazan Maksudyan. Türklüğü Ölçmek, Metis Yayınları

**Boston Türkish Biologists' Colloquium.

*** Omer hocanin herseyi sadelestirerek anlattigi T24 roportaji icin: http://t24.com.tr/haber/turkluk-irk-degil-kultur-ermenilerle-turkler-arasinda-genetik-fark-cikmadi,245617  Gokcumen Lab: http://gokcumenlab.org/

**** Delal Aydın, "Newroz Nasıl Kürtlerin Oldu," Kürt Tarihi dergisi, Sayı: 1 http://neazadem.blogspot.com.tr/2014/03/blog-post.html

***** Sabahattin Kayhan’a Türkçe metni Kürtçe’ye çevirisinden dolayı teşekkür ederim.