Carinan jî wisa

Lê carinan jî wisa dibe, tu tişt nabin. Her tişt dibe bêdengîyek.
Carinan jî wisa

Carinan wisa dibe. Şev dest pê dike, dibe şeveke ji şevê şevtir. Cîranên min ên li Northgate Houseê dicehnimin û di xew re diçin. Queen Street xalî dibe. Siyên ronahî yên lobiya otêla Whistleê wenda dibin.

Çend roj berê, jina reşik a bo kirêkirina vir hatibû, ji vî textê bilind pirr hezkiribû. Bi ketina hundir re bala xwe nedabû tu tiştekî, piştî destûr xwestibû bi coş bi nêrdîwanê ve hilkişiyabû, xwe ji wir bi jêr ve vezelandibû û gotibû: “Mirov dikare bara şevê li devre temaşe bike, ma ne?” Lê carinan jî wisa dibe, tu tişt nabin. Her tişt dibe bêdengiyek.

Dê çi qîmeta xwe hebe heke bi bayekê ber bi birca saetê ve diçe bizanibim? Hatina bîhna teniyeke westa ya li ser banan? Gava mirov di xew re çûn, divê kuçe û kolanan li derve jibîr nekin!

Vê carê derbasî paceya aliyê parkê dibim. Li ser camê dilopên baranê, guşî. Peykerê hilû yê bi hesteke seyr a pergalî li nîva parkê hatiye daçikandin, li dûriyeke di hundirê min re derbas dibe dinihêre. Xuya ye ku bi hebûna min a li vî bajêrê ji “serreşan” heznake hesiyaye. Naxwe li vî alî jî tiştek tune. A baş, nivîsîn e. Nivîsîn, wehmeke suhbetê ye.

Lê kê tiştên dijîm meraq dike, ya xerabtir tenêtiya min? Çima binivîsim? Li vir bimrim, qopikên Spanyolî yên cîran jî pê nahesin. Di ser de têra xwe burokrasî. Mirina li vir karekê profesyonel e. Te derd tunebe, bimre!

Nikarim di vî wextî de li kesî bigerim û biaxivim. Hemû kesên ez dinasim, di vê nîvkada xerîqê şevê de dijîn, li her deverê dereng e –xwezil naseke/î min ê Hindî hebûya! Di vî wextî de kesê min ê ji gerîna min acis nebe tune. Têgihîştina vê yekê, ji vê yekê bi xwe xemgîntir e.

Heke destê min neçe tiştekî, qet nebe têkberên xwe bidime hev. Sibe dê kirêciyê nû were. Almanekê ji Rojhilata Dûr! Devoka xwe tune, ji ber vê yekê pirr xweşbîn e! Heke rojekê ez bibim nivîskarekî navdar, divê lewheyeke weha li vê daîreyê bê daqutandin: “Nivîskarê navdar Cemîl Zekî, ji ber ku nikaribû heqê kirê bide, tenê çar meh û nîv li vê daîreyê jiyaye!”

Muzîk vekim, bireqsim. Di serê min de muzîkalên beredayî, stranbêjên dev mezin ên li kamirayê dinihêrin û dibişirin. Strana “tomorrow, tomorrow, I love you tomorrow” ku sîh sal in di mejiyê min de olan dide û jêrnivîsa wê ya bi Tirkî. Dibe ku ya baş, xwendina “Oblaka u Ştanah/Ewrê bi şal” a Mayakovsky be –helbet bi wergera Sait Maden. Vê carê jî pirsa ku min ji çend jinan re ev helbest xwendiye tê bîra min. Naxwe, te dît temsîleke xerab a Sebra Agirdar hebû, li ser wê biponijim. Gelo ez çûbûm temaşeya wê yan çûbûm parastina hevalê ronîvan ku gefa şiddeta şoreşgerî xwaribû? Vêca li ser tesadûfên ku ne tesadûf in bifikirim. Wek mînak, balafir ber bi Parîsê ve nizm dibe, vê beşa “Se une notte d’inverno un viaggiatore/Şeveke zivistanê heke rêvindek” dixwînim: “Tu kembera xwe girêdidî. Balafir divenişe. Firrîn, berevajiyê rêwîtiyê ye!”

Divê daweribim û guh bidime vîzîna tebitî ya kiloxê xwe: Valahiya ku gava ji bêvila xwe hilm distînim wesle wesle dibe. A deriyek li bendê ye. Sibeha li deverekê dest pê dike.. Firrîna nerind a qubeqazekê. Kargovanekê her çavên xwe diniqîne. Ciwateyên zengarî. Gotina “Weke dijminê xwe mezin î.” Mobîlyakarekî gazin ji bezê xwe dike. Dilnerehetiya mislixeke dilopan dike. Lehengekê Orhan Kemalî ku her dibêje “pravo”.

Lê carinan jî wisa dibe. Dibe şev, dikî nakî şeveke ji şevê şevtir naqede. Yek di mala min a ku ez ê careke din venegerimê dixuye. Ji textê bilind dadikeve û diçe ber paceya berê xwe li parkê. Ji wir, weke şikestibe vedigere û alavên min dixe du valêzên mezin. Dûv re dev ji wî karî berdide û bi tena serê xwe direqise!



DEM
Dev ji min berde
Xwe gorî mirovan û
Eyloya
Sînga xwe bo min vedike dikim
Ez mirina xwe bi xwe me

Abdulwahab El-Beyatî (1926-1999)

Selim Temo yazdı. "Bazen de böyle "