Dengê Tîrmehê

Di roja duyemîn a Tîrmehekê de, Alawiyên birû qalind li jehriyê helmijîn. Bara salên 90an, em çûn ser cinazeyê hevalên xwe. Saxmayîna me, îhtimaleke ku hatiye pê bû. Kekê min ên helbestvan, şîna hevalên xwe girtin.

YAZININ TÜRKÇESİ İÇİN TIKLAYIN

 

Helbesta min a pêşîn, di Tîrmeha 1993an de, di kovara İnsancılê derket. Di rûpelê çand û hunerê ya Ozgur Gundemê de navê min, weke “Selîm Tema” hatibû nivîsîn. Çi xem e, dawiya dawî derketibû. Bi kelecanê rabûm, ji gund heya rê meşiyam û bi dolmîşê çûme Batmanê. Kovar tenê dihat bayiyê Peronê. Min her sê nusxeyan jî kirrî. Lê kesê ku karibim pê re coşa xwe parve bikim nebû!  

Di kovarê de navê min rast hatibû nivîsîn. Heya gihîştime gund, her rawestiyam û min helbestoka xwe ya bi navê “Resmini Çizemediklerim” ku min nexistibû pirtûkên xwe xwend. Gava li Anqerê bûm, hin hevalên min ên ku dizanîbûn helbestan dinivîsim pêşniyar kiribûn ku beşdarê “şahî”ya li Sêwasê tê lidarxistin bibim. Lê hêj yek helbesteke min nehatibû weşandin, ji ber vê yekê beşdar nebûbûm. Dîsa jî tê bîra min ku min çawa bi çavê hesûdan li lîsteya qerebalix a afîşên şahiyê ku li pîrtûkfiroş û parkên Anqerê hatibûn daleqandin nihêrîbû. Ji wan herî zêde li ser navê Hasret Gültekin radiwestiyam. Salek ji min mezintir bû, lê wî umrî bi dehan berheman ve dagirtibû. Min çi qas li albuma wî ya bi navê  Gece ile Gündüz Arasında gohdarî kiribû, dûv re li besteya Nevrozê jî –“w” qedexe bû. 

Min Metin Altıok ji helbestên wî yên xweş ên ji weşanxaneyên biçûk derdiçûn dinasî. Helbet helbesta wî ya yekemîn jî, di kovara Soyutê de derketibû; Ay Üstüne Çeşitlemeler. Min ew li Anqerê qet nedîtibû. Wê demê yek du fotoyên helbestvanan hebûn. Bêyî dîtina bi eynî pozê, nasîn ne hêsan bû. 

Min Behçet Aysan jî qet nedîtibû, Uğur Kaynar jî ku apê hevalekî min bû. hunermendên din ji Stenbolê derbasî wir bûbûn, min Stenbolê qet nedîbû.   

Gava gihîştim male, bi ketina dergeyê bîhna titûna şil jê difurî re xumexuma ji televîzyonê bala min kişand. Navên di afîşê de navê xwe hebûn an nebûn, bi agirê nifrînê û arê dewletê ve rûbirû bûn. Ew kadroya ciwaniya me kiribû dojeh, bi karê xwe ve mijul bû. 

Min careke din destê xwe neda kovaran. Gava piştî havîneke dirêj a bi xebata li zeviyan derbas bûbû vegeriyam Anqerê, min dît ku kekên helbestvan çi qas dilmayî ne: Ahmet Telli, Akif Kurtuluş, Mahmut Temizyürek, Ali Cengizkan, Şükrü Erbaş, Yılmaz Odabaşı, Hayati Baki, Abdülkadir Budak, Hüseyin Atabaş, Adnan Satıcı, Özgen Seçkin. Û jixwe kekê min ê Ahmet Erhanê delal. Bilêvkirina Behçet û Metin, dagirtina şevên jehrîn bi alkola xencerî, hinekî jî ji ber vê yekê bû. 

Mamoste Hayati, humanîstê dilî westand. Dengê Adnan stûr bû. Kekê Özgen weke darekî westiya. Mahmut û Akif ku min qet nikarî bêjim kekê, peyvên xwe kewandin. Kekê Ahmet li dûriyê nihêrî û wisa ma. Kekê Abdülkadir di paçikekê tenik de hate veşartin. Kekê Ali xwe da akademiyê. Kekê Şükrü hezaran caran got “çima?” Kekê Yılmaz bîhna hovîtiyê hilda. Çavên kekê Hüseyin ên şîn çilmisîn. Hemû kekên helbestvanên qeşeng ên Anqerê bo hevalên xwe yên hatine kuştin xesirîn. 

Kekên ku min ew ji pirtûkan, kovaran, kartên helbestan, tîtikên pirtûkan, çayên tarî, çenteyên giran û dilmayiyên wan dinasî, her çû, veguhestin ser rengê berriyê yê Anqerê. Min bi rûyê xwe yê zerikî û xurî li wan nihêrî. Bawerî û hêviya di helbestên wan de, ciyê xwe bo peyvên xemgîn terikand. Di cî de pîr bûn. Adnanê ku gava sermest dibû bi zarê Xançepegî diaxift û kekê min ê Ahmetê delal, bêyî li benda pîrbûnê bimînin, mirin. 

Di roja duyemîn a Tîrmehekê de, Alawiyên birû qalind li jehriyê helmijîn. Bara salên 90an, em çûn ser cinazeyê hevalên xwe. Saxmayîna me, îhtimaleke ku hatiye pê bû. Kekê min ên helbestvan, şîna hevalên xwe girtin. Di hemû çalakiyan de xwe dane pêş, di rojnameyên ku her ji xweliya xwe divejiyan de nivîsandin, dayîkên êşoyî hemêz kirin; di destên wan de dengê Tîrmehê…

 

DEM

Gava tu vê helbestê bixwînî

Heye ku ez li bajarekî din bimirim…

Behçet Aysan (1949-2 Tîrmeh 1993)